UNICEF: Li Sûdanê 9 milyon zarok mahsûr mane

Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, ji bo 9 milyon zarokên ku li Sûdanê ji ber şer mahsûr mane bên xelaskirin pêdivî bi 400 milyon dolar heye.

Ekleme: 19.08.2023 13:45:37 / Güncelleme: 19.08.2023 13:45:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

UNICEFê derbarê mijarê de li ser platforma medyaya civakî Xê daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin “Ji ber şerê navxweyî ya ku li Sûdanê hakim e 14 milyon zarok mahsûr mane. Lê belê em li gor îmkanên xwe encax dikarin ji sedî 10ê van zarokan mêze bikin û ji wan re bibin alîkar. Ji bo ku 9 milyon zarokên din bên xelaskirin pêdivî bi 400 milyon dolar heye.”

Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, ji ber şerê navxweyî ya ku ev bû 4 meh berdewam dike bi sedan sîwîl di nav de nêzî 4 hezar kes mirin.(ÎLKHA)