Li Agirîyê wesayîtek gindirî newalê: 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn

Di encama qezaya ku li Agirîyê pêk hat de 4 jê zarok bi tevahî 9 kes birîndar bûn.

Ekleme: 19.08.2023 11:35:34 / Güncelleme: 19.08.2023 11:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

 

Qeza li navçeya Patnosê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta ku şofêrê wê E.Î. bû li ser rêbeja Patnos-Adilcewazê ji kontrolê derket û gindirî newalê.

Di encama qezayê de 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn. Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn rewşa 2 birîndaran giran e.(ÎLKHA)