Mayînên ku di herba Îran û Iraqê de mane tên îmhekirin

Birêveberberîya Herêma Kurdistanê li bajara Silêmanî, 313 mayînên ku piranîya wan di herba Îran û Iraqê de mabûn îmhe kir.

Ekleme: 18.08.2023 13:45:29 / Güncelleme: 18.08.2023 13:45:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Midurê Giştî yê Sazîya Mayînan a Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebbar Mustafa Resûl ku di fealîyetên teqandina mayînên a bi kontrolî de axivî, got ku li navçeya Dukana Silêmanî jî wek bajarên dinê mayînên ku di dema herba Îran û Iraqê de mabûn hene.

Resûlê ku diyar kir di nav 12 kîlometreyî de mayîn hene, îfade kir ku ev herêm piştî paqijkirina bû 5,5 kîlometre.

Resûl weha got, “Ji ber mayînên li Dukanê welatî nikarin herin nav erd û rezên xwe. Piranîya mayînên ku li herêmê ne ji herba Iraq û Îranê mane. Bi tevî rakirina 313 mayînên dinê jî ji bûyerên ku mirov naxwaze pêk werin hatin astengkirin. Heta niha li Dukanê ji ber mayînan 400 kesan canê xwe ji dest dan û seqet bûn.” (ÎLKHA)