Ciwanê ku di avê de winda bû, di otêlê de hat dîtin

Rojvan Çerkezogluyê ku li navçeya Farqîna Dîyarbekirê ketibû nav avê û hatibû zenkirin ku di nav avê de winda bûye, bi saya qerta kredîyê hat dîtin.

Ekleme: 18.08.2023 11:25:36 / Güncelleme: 18.08.2023 11:25:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rojvan Çerkezogluyê ku li gundê Çerezogluya Farqînê cotkarîyê dikir doh ji ber ku xeber jê nedihat girtin lêgerîn hatibû destpêkirin û di encama wê lêgerînê de cilên wî li ber qenala avê hat dîtin.

Ciwanê ku dihat zenkirin di nav avê de winda bûye, ji doh heta îro ji teref ekîban û gundîyan ve dihat lêgerîn. Lê hat hînbûn ew ciwan di nav avê de nexeniqîye û li Êlihîyê ye.

Rastîya bûyerê bi qerta kredîyê derket holê.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin polês, tespîtkirîye ku qerta kredîyê a aîdê Çerkezogluyê hatîye şixulandin û li ser vê yekê xebat da destpêkirin. Di encama xebatên ku hatin kirin de hat tespîtkirin ku Çerkezoglu li Êlihê di nav otêlekî de ye û dûre ew ji malbata wî re hatîye teslîmkirin.

Hat hînbûn ku ciwan naxwaze ku di erd de bixebite û ji ber vê yekê revîyaye û plan kirîye ku biçe malekî wan yê li Stenbolê. (ÎLKHA)