Li Kenayayê ji wesayîtê re êrîş: 6 mirî

Li herêma Garîssaya Kenyayê wesayîtekî dûçarê êrîşî çekan bû, di êrîşê de 2 jê zarok 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 18.08.2023 10:40:36 / Güncelleme: 18.08.2023 10:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîserê Herêma Bakur John Otieno, di daxuyanîya ku da de diyar kir ku li Garîssayê ji wesayîta ku di nav de 6 kes hebûn re ji teref mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve êrîş hat lidarxistin.

Di êrîşê de 2 jê zarok 6 kesan canê xwe ji dest dan, derheqê êrîşê de şikdarekî jî hat binçavkirin.

Otîeno, îfade kir ku ev êrîş piştî nerazîbûna erdan a di navbera du eşîretan de derket holê pêk hat, heta niha ji herdu alîyan jî herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)