Li Somalîyê li dijî Eş-Şebabê operasyon: 30 mirî

Artêşa Somalîyê, diyar kir ku di encama operasyona ku li wîlayeta Galgaduudê kirin de 30 endamên Eş-Şebabê hatine kuştin.

Ekleme: 18.08.2023 10:05:34 / Güncelleme: 18.08.2023 10:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Wezareta Parastin a Somalîyê Abdullah Alî Anod, di civîna çapemenî ya ku li Mogadîşuya paytext hatibû lidarxistin de axivî got ku li herêma Galgaduudê li dijî Eş-Şebabê operasyon hatin lidarxsitin.

Anod, îfade kir ku di opearsyonê de 30 endamên Eş-Şebabê hatine kuştin û wesayîtekî bombe tijîkirî ya aîdê rêkxistinê jî hat îmhekirin. Anod, xeyn ji van agahîyan destnîşan kir ku di operasyonê de leşkerekî jî hatîye kuştin.

Anod, ragihand ku ew ê li herêmê operasyon berdewam bikin. (ÎLKHA)