Ji Îranê çend sal paşê ji Erebistana Siûdî re zîyerata paye bilind

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahîyan, 7 sal paşê cara yekem çû Erebistana Siûdî.

Ekleme: 17.08.2023 13:50:05 / Güncelleme: 17.08.2023 13:50:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di navbera Tehran û Rîyadê de 7 sal paşê cara yekem minasebetan ji nû ve hatin sazkirin. Piştî sazkirina minasebetan ji Îranê cara yekem ji Erebistana Siûdî re di asta paye bilind de zîyaret hat kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Abdullahîyan, bi tevî lijneya paye bilind a bi xwe re, ji bona ku biçe Rîyada paytexta Erebistana Siûdî ji Tehranê veqetîyan.

Tê texmînkirin ku Abdullahîyan di çarçoveya zîyareta xwe ya rojekî de ew ê bi hevkarê xwe Faysal Bîn Ferhan û rayedarên paye bilind ên Siûdî re werin cem hev. (ÎLKHA)