DNO, li Herêma Kurdistanê dest bi hilberîna petrolê kir

Şîrketa DNO ya Norwêcî eşkere kir, ew li kêlgeha Tawkiye li Herêma Kurdistanê careke din dest bi hilberîna petrolê kiriye.

Ekleme: 17.08.2023 13:40:33 / Güncelleme: 17.08.2023 13:40:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor daxuyaniya DNO ku îro hatiye belavkirin, petrola ku ew berhem tîne, ji bo temînkirina pêdiviyên navxweyî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ye û bi fîyetên hindik ew ê bê firotan.

DNO ya Norwêcî ragihand, beşek ji hilberîna wê ji zeviya Tawkiye ye û ji şîreketên navxweyî re jî di meha borî de dest pê kirîye ku ew bi fîyetên hindik difroşin.

Hat îfadekirin, ew di rojê de 40 hezar warîlên petrol ji kêlgeha Tawkiye bidest dixin û beşek ji wê jî bi rêya tankeran ji şîrketên navxweyî re difroşe.

Rêvebirê DNO Bîjen Rehmanî got, her çend e ti hêviyek dubare destpêkirina îxrackirina petrolê bi boriyan nemaye, ew petrolê bi tankeran veguhezînin.

Şîrekta petrolê ya DNO ya Norwêcî piştî 4 mehan ji rawestanê, dîsa dest bi hilberandina li kêlgeha petrolê ya Tawkiye kir û niha rojane 40 hezar warîl petrol derdixe. (ÎLKHA)