Alîgirên PKKê li Elmanyayê dîwara mizgeftê hedef girtin

Ji dîwarên mizgefta ku girêdayê Yekîtîya Tirk a Karên Dîyanetê ye (DÎTÎB) û li bajara Hannovera Elmanyayê ye re ji teref alîgirên PKKê ve nivîs hat nivisandin.

Ekleme: 17.08.2023 10:55:30 / Güncelleme: 17.08.2023 10:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat diyarkirin ku bûyer rojekî berê di seat 04.40an de di Mizgefta Navend a Hannoverê de pêk hat.

Hat îfadekirin ku alîgirên PKKê ji dîwara mizgeftê re bi boyaxên spreyê nivîs nivisandin, bûyer ji teref cemaeetê ve hat ferqkirin û ji rêveberîya mizgeftê re xeber hat şîyandin.

Hat diyarkirin ku nivîs hatin xêzkirin û ji polêsê re xeber hat şîyandin.

Serokê Komeleya Mizgefta Navend a DÎTÎB Hannoverê Mehmet Zengîn derheqê bûyerê de daxuyanîyek belav kir, wî bîr anît ku di demên berê de jî êrîşên wek ewakî pêk hatibûn.

Zengîn weha got, “Di serî de cemaeta mizgefta me û wezîfedarên me yên dînî û em di bin talûkeyê de ne. Em ê misade nekin ku di bajarê de rewşa hizûr û ewlehîyê xera bibe. Em hêvî dikin ku ev bûyer ji teref meqamên fermî ve bi lez û bez bên çareserkirin û fail an jî failan jî bên qefaltin û ji dadgehê re bên teslîmkirin.” (ÎLKHA)