Li Myanmarê di hilweşîna madenê de hejmarê mirîyên derket 33yan

Li Myanmarê di encama hilweşîna madena kevirên yeşîmê de hejmarê mirîyan derket 33 kesan.

Ekleme: 17.08.2023 09:55:33 / Güncelleme: 17.08.2023 09:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Roja Yekşemê li wîlayeta Qaçîna Myanmarê di madena kevirên yeşîmê de hilweşînek pêk hatibû, xebatên ku ev bû 3 roj e tê kirin berdewam dike.

Rayedaran îfade kirin ku heta niha cesedê 33 kesan hatin dîtin, ji bo welatîyên winda jî xebat hêj didomin.

Li gorî xeberên medyaya mehellî ku ew jî ji şênîyên mehellî bidestxistine herî kêm ji 36 kesan xeber nayê girtin. (ÎLKHA)