Sîyonîstan li Şerîaya Rojava Filistînîyekî şehîd kir

Sîyonîstên îşxalker ên ku êrîşî bajara Cenîna Şerîaya Rojava kirin Mustafa El-Kastunîyê şehîd kirin.

Ekleme: 17.08.2023 09:50:36 / Güncelleme: 17.08.2023 09:50:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îro di seatên serê sibehê de îşxalkeran êrîşî bajara Cenîna Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye kirin.

Ji teref berxwedêrên Filistînî ve jî ji êrîşên îşxalkeran re bersiv hat dayîn.

Berxwedêrên ku li dijî roket  û çekên sîyonîstan bi bombeyên ku bi destan tên çêkirin bersivan dan, di encama bûyerê de Mustafa El-Kastunîyê 32 salî jî gule li serê wî, singê wî û zikê wî ket dû re jî şehîd bû. (ÎLKHA)