Li Mêrsînê operasyona tiryakê: 35 binçavî

Li Mêrsînê li dijî tiryakfiroşan operasyon hat lidarxistin gelek şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 16.08.2023 13:40:37 / Güncelleme: 16.08.2023 13:40:37 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Ekîbên Midurtîya Şûbeyên Micadeleya bi Sûcên Narkotîk a Midurtîya Ewlehîya Bajêrê, li navenda Mêrsînê û navçeyên wê li dijî tiryakfiroşan operasyonê lidarxist.

Ji operasyonê re, 68 ekîp û 260 polês beşdarî bûn.

Di operasyonê de, piştî teqîba teknîkî û fîzîkî ji edreseran re opersayon hat lidarxistin.

Di lêgerînên ku di nav mala 35 kesan de hat kirin de, gelek tiryak hatin bidestxistin.

Hat diyarkirin ku şikdaran wan tiryakan ji bajarên rojhilatê digrin û tînên Mêrsînê û li vê derê jî difroşin.

Şikdarên ku hatin bidestxistin piştî karên wan yên tenduristîyê ji bo ku bên pirsyarkirin ji Midurtîya Ewlehî ya Mêrsînê re hatin birin. (ÎLKHA)