Derheqê êrîşa Şîrazê de hejmarê binçavîyan zêde dibe

Derheqê êrîşa ku li Tirbeya Şah Çeraxa ku li bajara Şîraza Îranê ye hatibû kirin de hejmarê binçavîyan derket 11 kesan.

Ekleme: 16.08.2023 12:05:32 / Güncelleme: 16.08.2023 12:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarê Walîyê Farsê Îsmaîl Kizilsofla, derheqê êrîşa li Şîrazîyê de agahîyan da.

Kizilsofla weha got, “Hejmarê mirovên ku derheqê êrîşa terorî ya li Tirbeya Şah Çeraxê hat kirin de hatine binçavkirin bû 11 kesan.”

Di 13ê Tebaxê de ji Tirbeya Şah Çeraxê re bi çekan êrîş hatibû kirin, 2 kesan canê xwe ji dest dabûn, 7 kesan jî birîndar bûbûn.

DAÎŞ, piştî bûyerê li ser medyayên civakî daxuyanîyeke niviskî belav kiribû û xwedî li êrîşê derketibû. (ÎLKHA)