Li Colemêrgê li dijî PKKê operasyon: 23 binçavî

Walîtîya Colemêrgê, daxuyand di encama operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin  de 23 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 16.08.2023 09:55:31 / Güncelleme: 16.08.2023 09:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de weha hat gotin, “Ji teref wezîfedarên me yên Midurtîya Ewlehî ya Bajêr ve xebatên eşkerekirina fealîyet û çalakîyên PKKê ya rêkxistina terorê didome. Di encama xebatên hatin kirin de; di operasyonên ku li dijî aborîya rêkxistina terorê û endamên terorê hat kirin de  23 şikdar hatine binçavkirin û piştî karên wan ew ê ji dadgehêre bên teslîmkirin. Wek Midurtîya Ewlehîya Bajêr ya Colemêrgê, micadeleya bi sûc û sûcdaran re ew ê di çarçoveya qanûnan de bidome.” (ÎLKHA)