Bûyer, di otêlekî ya ku li nêzê mizgefta Spîna wîlayeta Xustê ye de pêk hat.
Li gorî medyaya welat ku ji teref Xelîd Zadranê berdevkê ewlehîya Kabîlê ve daxuyanî hatîye dayîn di otêlê de teqîneke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hatîye, di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest dan 7 kesan jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin piştî teqînê ji herêmê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat destnîşankirin ku li herêmê ewlehîyeke mezin hat girtin û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)