Bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” dest pê dike

Bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” yê ku her sal ji teref Platforma Nesla Quranê ve tê tertîpkirin dest pê dike.

Ekleme: 14.08.2023 14:25:26 / Güncelleme: 14.08.2023 14:25:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kenan Çaplikê Berdevkê Dewr a Platforma Nesla Quranê, derheqê bernameya Jîyan Bi Nimêjê Xweş e de daxuyanîyan da.

Platforma Nesla Quranê, her sal li giştîyê welat bi şîara “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” bernameya perwerdehîyê tertîp dike.

Ew ê îsal destpêka bernameya perwerdehîyê di 15ê Tebaxê de were dayîn.

Bernameyên kêfxweş û bi civakî yên ku ew ê 2 hefte bidome li hinek bajaran ew ê heta orteya Îlonê berdewam bike.

Kenan Çaplikê Berdevkê Dewr a Platforma Nesla Quranê, derheqê bernameya Jîyan Bi Nimêjê Xweş e de daxuyanîyan da.

Çaplık di axavtina xwe de weha got, “Bi emrê Pêxemberê me ku dibêje ‘nimêj stûna dîn e’; divê ku kirina nimêjê wezîfeya ewil a nesla nû be û ji wan re bê gotin ku jîyanekî bênimêj, bême’ne û bêarmanc e, gerek ji wan re bê hînkirin ku kirina nimêjê şeref û îzzeta çûndina pênç wext ya li hizûra Xwedê ye.”

Çaplikê ku diyar kir bi tevî vê bernameya ku ji sala 2016an heta niha didome bi hezaran xwendekar dest bi nimêjê dikin, wî got ku di gelek cîh û waran de ji zarokan re şiûra nimêjê tê dayîn.

Çaplik di berdewama axavtina xwe de weha got, “Bi taybetî di mehên havînê de van bernameyên nimêjê tên zêdekirin û li çar alîyê welatê me di mizgeft, dibistan û qursên Quranê yên ku ji teref STKyan ve hatine vekirin de berdewam dike. Hetta di nav mal û avahîyên xelkê me yên ku dildarê nimêjê ne de jî di cîhên ku ‘ji bona nimêjê tehsîs kirine’ de ev xebat tê kirin.”

Çaplik, diyar kir ku ew ê van bernameyan bi fînalê bixemilînin û derheqê bernameyê de agahîyan da.

Çaplik, “Mifredata ev bernameyê li gorî ‘Kitêba Bernameya Nimêjê’ ya ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve hatîye amadekirin tê şopandin. Zarokên me bi vê kitêbê pileyên destmêjê û nimêjê, sûreyên nimêjê, tesbîhetan, çîrok û xaçerêzên derheqê nimêjê de ew ê înşeallah di vê bernameyê de hînbibin.” (ÎLKHA)