Rûsya êrîşî Xersonê kir: 7 mirî, 20 birîndar

Di encama bombebarandina Rûsyayê a ji herêma Xersona Ukraynayê re de 7 kesa canê xwe ji dest dan, 20 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 14.08.2023 11:05:32 / Güncelleme: 14.08.2023 11:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezîrê Karên Hindir yê Ukraynayê Ihor Klymenkoyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Ewê terorîstan ti dem bi xwestina xwe kuştina sîvîlan wê bernedin. Divê terorîstan bi bikaranîtina qewetê bên sekinandin. Ew ji tişteke dinê fêhm nakin.”

Walîyê Xersonê Oleksandr Prokudin di daxuyanîya xwe de îfade kir ku Xerson, Veletenske, Zolota Balka, Stanislav, Komyshany, Shyroka Balka yên ku li herêmên Xersonê ne ji teref Rûsyayê ve hatin hedefgirtin. (ÎLKHA)