Li Entabê ji ber guleberdana beredayî 8 kes birîndar bûn

Li Entabê di encama guleberdana ji nav wesayîtekî de a li taxekî 8 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 14.08.2023 10:30:32 / Güncelleme: 14.08.2023 10:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Entabê serserîyekî di nav wesayîtê de bi tivingê gule berê derva da, di encama wê guleberdanê de 8 kesan birîndar bûn.

Bûyer, doh di seatên êvarê de li Taxa Bozoklarê pêk hat.

Mirovekî yê ku di nav wesayîta di nav taxê de derbas dibû de bû, bi tivinga seydê gule berê derve da.

8 mirovên ku ji ber vê bûyerê birîndar bûn ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyên bajêr re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa 6 birîndaran sivik in lê 2 kes hêj di nexweşxaneyê de ne.

Polês, ji bo şikdarên ku revîyane bên qefaltin xebat da destpêkirin. (ÎLKHA)