Karwana Hêvîyê banga alîkarîya perwerdehîyê li xêrxwazan kir

Weqfa Însanî ya Kerwana Hêvîyê  ji ber destpêkirina heyama nû ya perwerdehîyê bi dirûşmeya “Ber bi Rojên Bi Hêvî ve” banga alîkarîyê li xêrxwazan kir.

Ekleme: 12.08.2023 11:50:29 / Güncelleme: 12.08.2023 11:50:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Kurtaran di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew him li nava welêt û him jî li derveyî welêt ji bo xwendekarên ku rewşa wan a îqtîsadî ne baş e xebata alîkarîyê dane destpêkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me ji bo zarokan di bin navê “Paketa Destekê ya Perwerdehîyê” bi dirûşmeya “Ber bi Rojên Bi Hêvî ve”  xebatek da destpêkirin. Mesrefê kampanyayê 500 tl ye.  em ê bi saxîya vê yekê him li nava welêt û him jî li derveyî welêt ji bi hezaran zarokên êtîm û mixtac re alîkarîyê bikin. Em ê alîkarîyên xwe berî ku mekteb dest pê bikin belav dikin. Em ji ber vê yekê bang li xêrxwazan dikin da ku di vî warî de ji me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)