Keleka ku Misilmanên Rohîngyayê tê de bûn bin av bû: 23 mirî 30 winda

Di encama bin av bûna keleka ku Misilmanên Rohîngyayê ên ku ji zilma budîstan direvîyan bin av bû de 23 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kesan jî winda bûn.

Ekleme: 11.08.2023 15:45:32 / Güncelleme: 11.08.2023 15:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera BBC roja Yekşemê li wîlayeta Araqana Myanmarê Misilmanên Rohîngyayê ên ku ketin nav kelekê û revîyan, li peravên Sîtteya Araqanê bin ev bû.

Di encama xebatên lêgerînê de heta niha cesedê 23 Misilmanan hat dîtin lê hêj 30 kesan jî winda ne.

Hat destnîşankirin Misilmanên Rohîngyayê ji zilmên budîstan direvin û diçin kampên Malezyayê. (ÎLKHA)