Wezîrê Karên Derve Fîdan, bi rayedarê aborî ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê re hevdîtinê kir

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, bi Alîkarê Serokezîrê Mesulê Karên Aborî ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê Abdulganî Brader Akhund re hevdîtinê kir.

Ekleme: 11.08.2023 11:35:03 / Güncelleme: 11.08.2023 11:35:03 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hîsaba medyaya civakî ya Akhund de hat belavkirin hat destnîşankirin ku di hevdîtina bi Fîdanê re hat kirin de, meseleyên minasebetên herdu welatan a bazirganî, girêdayên herêmî û hevkarîya aborîyê hatine bidestxistin.

Di hevdîtinê de Akhund, diyar kir ku Efxenistan û Tirkîye demeke dirêje minasebetên wan yê dîrokî hene û du welatên dost in, divê ku bi hev re xwedîyê minasebetên aborî û sîyasî yê baş bin.

Ahund, meseleyên ku divê minasebeta bazirganî ya bi Tirkîyê re bê berfirehkirin, di navbera herdu welatan de odeyên bazirganîyê bên sazkirin, di nav herdu welatan de qorîdor bê vekirin û veberdêrên Tirkîyê li Efxenistanê zêdetir razemenîyê bikin.

Akhundê ku derheqê meseleya ku divê ji Efxenîyan re di dayîna vîzeyê de rehetî bê kirin de, ji rayedarên Tirkîyê re xwest ku bira ji miltecîyên Efxen re baş miameleyê bikin.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve Fîdan jî di hevdîtinê de îfade kir ku ew ê ji veberdêrên Tirkîyeyê re ji bona ku Efxenistan rabe pîya ew ê teşwîqê razemenîyê bikin. (ÎLKHA)