Li Çînê lehî: 33 mirî

Di encama lehîya ku li Çînê rabû de 33 kes canê xwe ji dest dan û 18 kes jî winda bûn.

Ekleme: 09.08.2023 13:35:34 / Güncelleme: 09.08.2023 13:35:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Pekîna paytexta Çînê di heftîyeke dawî de ji ber baranên zêde lehî rabûn.

Lehîyên ku rabûn him bûn sedema xisara maddî û him jî sedema mirinan. Tê diyarkirin ji ber lehîyên ku rabûn heta niha 33 kes canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ji ber lehîyê bi sedan dikan û mal di bin avê de man.(ÎLKHA)



Etiketler: