Li herêma erdhejê xebatên ava paqij

Xetên avê yên ku di erdeheja Mereşê de zerarê dîtibûn tên çêkirin û ji alîyekî jî bîrên avê yên nû tên vekirin.

Ekleme: 08.08.2023 10:05:35 / Güncelleme: 08.08.2023 10:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Çandinîyê, destnîşankir ku bi xebatên Karên Avê yê Dewletê xerabûnên ku di kehnîyên ava vexwarinê, xetên avê, tesîsên paqijkirinê, xetên girêdayê depoyan û depoyan de hene hatin çêkirin.

Ji xerabûnên şebekeya bajêr û çêkirinên avên nû re alîkarî hat dayîn û depoyên bajêr û navçeyan re ava vexwarinê hatîye dayîn.

Piştî erdheja 6ê Sibatê li Mereş, Xetay, Meletî û Semsûrê ji 93 bîrên avê yên ku ji teref Karên Avê yê Dewletê ve hatine vekirin, ji 500 kesan re rojane 165 hezar û 715 ton avê vexwarinê tê dayîn.

Xeyn ji vana ji bona vekirina 19 bîran xebatê jî hêj didome. (ÎLKHA)