Li Mêrdînê di navbera du malbatan de şer: 2 jê giran 12 birîndar

Li navçeya Mîdyada Mêrdînê di navbera du malbatan de bi dar, kevir û çekan şer derket, di encama bûyerê de 12 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 07.08.2023 17:20:06 / Güncelleme: 07.08.2023 17:20:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di seatên nîvroyê de li Taxa Yunus Emreyê pêk hat.

Gengeşîya ku di navbera du malbatan de destpê kir bi derxistina dar, kevir û çekan ji şer re vegerîya. Di şerê de 2 jê giran 12 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Mîdyadê re hatin sewqkirin.

Derheqê bûyerê de 5 kesan hatin binçavkirin û tehqîqat jî didome. (ÎLKHA)