Ciwanê ku ket nav Çemê Firatê xeniqî

Ciwanê ku li Semsûrê ketibû nav Çemê Firatê canê xwe ji dest da.

Ekleme: 07.08.2023 14:15:30 / Güncelleme: 07.08.2023 14:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, M.K. (22) li nêzê gundê Damlicayê ket nav Çemê Firatê ji nişkav de li ber çavan winda bû.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên AFAD û tendursitîyê hatin sewqkirin. Bi tevî alîkarîya Ekîbên Amîrtîya Komên Binê avê cesedê M.K. hat dîtin.

Cenazeya M.K. ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Zanîngeha Semsûrê re hat rakirin. (ÎLKHA)