Li Edîrneyê di seatên nîvroyê de baraneke tund barîya, mirovên di binê baranê de man xwe ji têketinên dikanan û cîhên otobûsan re sipartin.
Wesayîtan jî ji ber rêyên ku ji baranê tijî av bûn di çûndin û hatinê de zehmetîyê kişandin.
Li Edîrneya ku pileya germê 25 derece hatîye pîvandin tê texmînkirin ku ewê heta êvarê baran bidome.
Tê hêvîkirin ku heta dawîya hefteyê ew ê germahî di nomalên mewsîmê de be. (ÎLKHA)