Li Pakistanê trêna rêwîyan ji rê derket: 15 mirî 50 birîndar

Li wîlayeta Sîndaya Pakistanê trêna rêwîyan ji rê derket, 15 rêwî canê xwe ji dest dan û 50 rêwî jî birîndar bûn.

Ekleme: 06.08.2023 14:35:31 / Güncelleme: 06.08.2023 14:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya welat li bajara Navabşaxa wîlayeta Sîndayê 10 vagonên trêna rêwîyan ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji rê derket.

Di encama qezayê de herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dan, 50 kesan jî birîndar bûn.

Piştî qezayê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku ji ber qezayê seferên trênan ên di wê xetê de hatin sekinandin.

Sedema bûyerê tê lêgerînkirin. (ÎLKHA)