Di navbera Efxenistan û Qazaxistanê de peymana bazirganîyê hat îmzekirin

Wezarete Bazirganî û Senayî ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê daxuyand, li Astanaya paytexta Qazaxistanê di navbera sektorên taybet de ji 100 milyon dolarî zêdetir peymana bazirganîyê hat îmzekirin.

Ekleme: 06.08.2023 14:20:03 / Güncelleme: 06.08.2023 14:20:03 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezarete Bazirganî û Senayîyê ve hat belavkirin, di navbera lijneya di bin serokatîya Nureddîn Azîzîyê Wezarete Bazirganî û Senayî de û alîkarê Serokwezîrê Qazaxistanê û lijneya Qazaxistanê de civîneke hevpar hat lidarxistin.

Di hevdîtinê de herdu alî jî derheqê encamên rûniştina ragihandinên kar, plankirina fuarên Qazax-Efxen, tesîsên banka, bazirganî û transît a herdu welatan û metoda avdana nû û teknolojîyên parastina avê de gotûbejan hatin kirin.

Di hevdîtinê de, sektorên taybet ên Efxenistan û Qazaxistanê ji 100 milyon dolarî zêdetir peymanekî îmze kirin.

Zîyaretên fermî ên lijneya di bin serokatîya Nureddîn Azîzîyê Wezarete Bazirganî û Senayî de ya li Astanaya paytext berdewam dike. (ÎLKHA)