Li Îtalyayê botên koçberan bin av bûn: 30 winda

Li peravên Girava Lampedusaya Îtalyayê di encama bin av bûna 2 botên koçberan de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kesan jî winda bûn.

Ekleme: 06.08.2023 14:09:37 / Güncelleme: 06.08.2023 14:09:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di seatên êvarê de li peravên Lampedusayê du botên koçberan bin av bûn.

Di encama bin av bûna botan de 2 cesedên yek jê pîrek yek jî jê zarok hatin dîtin û 57 koçber jî hatin xelaskirin.

Hat destnîşankirin ku di encama bûyerê de 30 kes jî winda ne. Li herêmê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome. (ÎLKHA)