130 mêşin ji kendalê ketin xwarê

Li navçeya Erdîşa Wanê 130 mêşinên ku li zozanan diçêrîyan ji kendala nêzê 70 bilind e ve ketin xarê û mirin.

Ekleme: 06.08.2023 10:20:30 / Güncelleme: 06.08.2023 10:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, doh di seatên êvarê de li nêzê gundê Şehrîpazara navçeya Erdîşê pêk hat.

Li gorî îddayan mêşina ku li pêşîyê mêşinên dinê ên ku diçêrîyan zinara li pêşîya xwe ferq nekir û ji 70 metre bilindahîyê ket xwarê û dûre jî mêşinên dinê li pey wê xwe avêtin xwarê.

Midexelekirina şivanê ku bûyerê bide sekinandin çare nebû û ji 150 mêşinên ku ji kendalê ketin xwarê 130yên wan mirin.

Li ser îxbarê ji herêmê re ekîbên cenderme û Midurtîya Çandînî ya Navçe hatin sewqkirin û li herêmê lêkolînan dan despêkirin. (ÎLKHA)