Li balafirgehê qasî 27 milyon Lîreyî dermanên qaçax hat bidestxistin

Di encama operasyona ku li Balafirgeha Stenbolê hat kirin de, 307 qûtî dermanên ku di nav valêzan de dihat xwestin ku bi qaçaxî bê xistin nav welat hatin bidestxistin.

Ekleme: 04.08.2023 16:35:31 / Güncelleme: 04.08.2023 16:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Bazirganîyê ve hat belavkirin, hat destnîşankirin di encama xebatên ku ji teref ekîbên bacdar ve hat lidarxistin de 3 kesên biyanî ên ku şikdar hatin dîtin teqîb kirin.

Hat diyarkirin ji şikdaran yek di dema karê pasaportê de hereketên şikdar bikar anîtîye û valêzên xwe ji hevalên xwe re teslîm kirîye.

Di encama lêgerîna valêzên 2 şikdarên dinê de jî 307 qûtî derman hatin bidestxistin. Hat dîyarkirin ku wan dermanan di tedawîya qansêrê de tê bikaranîtin û di pîyaseyê de heqê wan jî qasî 27 milyon e.

Pirsyarîya şikdaran hêj didome. (ÎLKHA)