Artêşa Sudanê ji mewzîyên HDK re bombebarand

Artêşa Sudanê, ji mewzîyên Hêzên Destek a Lezgîn yên ku li rojava û bakurê Xartuma paytext e re bombebarand.

Ekleme: 04.08.2023 14:40:31 / Güncelleme: 04.08.2023 14:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji baregeha leşkerî ya Kerarîya li Umdurmanê ji mewzîyên HDK yên ku li bajarên Umdurman û Bahrîyê ne re top hatin avêtin.

Kerarîya ku berîya herba navxwe di bin kontrola HDKê de bû û ew baregeheke leşkerî ya herî mezin bû, nêzê 3 meh berê di encama êrîşa asîmanî û erdê de ketibû destê artêşê.

Herba navxwe ya di navbera artêş û HDKê de giranî li derdorê patext û rojavayê welat e ev bû 100 roj e didome.

Di encama pevçûnan de ji 3 hezarî zêdetir mirov canê xwe ji dest dan, bi deh hezaran însan jî birîndar bûn, nêzê 4 milyon însan jî ji cîhê xwe bûn. (ÎLKHA)