Bûyer, li Sûlava Karasuya ku li Çîyayê Mazîyê ye pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Kayayê 17 salî yê ku li Sûlavê Karasuyê ji bona ku xwe hênik bike ket nav avê, di nav avê de talûkeya fetisandinê derbas kir.
Welatîyên derdorê yên ku dîtin Kaya di nav avê de diperpite, midexele kirin û wî ji nav avê dexistin.
Ekîbên tenduristîyê yên ku hatin cîhê bûyerê, Kayayê ji Nexweşxaneya Dewlet a Çîyayê Mazî re rakirin.
Kaya, digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)