Weqfa Êtîman rapora fealîyeta meha Tîrmehê daxuyand

Weqfa Êtîman a ku xwe ji êtîmên nav welat û derveyê welat re dighêjîne û alîkarîyan dike, rapora xwe ya fealîyetan a meha Tîrmehê daxuyand.

Ekleme: 04.08.2023 10:15:32 / Güncelleme: 04.08.2023 10:15:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rapor, bi navê Weqfê ji teref Recep Bozkirê Endamê Sazîya Bireveberîyê ve hat xwendin.

“Di meha Tîrmehê de ji zarokên êtîmên û dayîkên wan a nav welat re bi tevahî 316 hezar, ji malbatên hewcedar re 9 hezar û xwendekaran re jî 51 hezar û 800 Lîre alîkarîya meddî hatîye kirin. Xeyn ji vana ji êtîmên ku di nav welat de ne re jî goştê qurbanê yê qasê 600 hezar Lîreyî, mêwe-sebzeyên qasî 6 hezar û 550 Lîre hatîye belavkirin. Di binê van qeleman de ji malbatên me yên êtîm, sêwî û hewcedar re bi tevahî 983 hezar û 350 Lîre alîkarî hatîye kirin.”

Bozkir derheqê xebatên derveyê welat de jî agahîyan da.

Derheqê vekirina bîra avê, belavkirina serjêkirina qurbanên bi wekalet  û alîkarîya neqdî ya mehane a êtîman de li Efrîqayê 1 milyon û 655 hezar û 800, li Yemenê 200 hezar, li Efxenistanê 2 milyon û 983 hezar û 100, li Bangladeşê 103 hezar û li Tirkîstana Rojhilat jî 15 hezar lîre alîkarî hatîye kirin.”

Meblaxa alîkarîya Weqfa Êtîman a di meha Tîrmehê de higaşt 6 milyon Lîreyî.

“Recep Bozkirê ku hemû meblaxê alîkarîya ku di maha Tîrmehê de hatîye kirin daxuyand weha got, “Ji malbatên hewcedar, êtîm û sêwîyan re di nav welat de nêzê 983 hezar û 350, li derveyê welat jî 4 milyon û 956 hezar û 900 lîre bi tevahî 5 milyon û 940 hezar û 250 lîre alîkarî hatîye dayîn.”  (ÎLKHA)