Di nav pakêta ku hat teqandin de kaxiz derket

Li navçeya Tetwana Bêdlîsê pakêteke şikdar ê ku li kêleka rê bû hat îmhekirin. Di nav pakêta ku bû sedema tirsê de kaxiz derket.

Ekleme: 03.08.2023 17:30:33 / Güncelleme: 03.08.2023 17:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, îro di seatên nîvroyê de li derketina Tetwanê pêk hat.  Li ser xeberdayîna îxbara bombeyê ji herêmê re ekîbên îmhekirina bombeyê hatin sewqkirin. Li herêmê ewlehîyeke mezin hat girtin û rêya Bêdlîs-Tetwanê ji bo wesayîtan ji çûndin û hatinê re hat girtin.

Pakêta şikdar, ji teref pisporên bombeyê ve bi kontrolî hat teqandin. (ÎLKHA)