Ramanliyê Parlamenterê Êlihê: Wexta me ya ku em winda bikin tineye

Serkan Ramanliyê Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê diyar kir ku gelek pirsgirêkên Êlihê wek tiryak, bêkarî û binesazî hene, wî got ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tu wexteke wan yê windakirinê tineye.

Ekleme: 03.08.2023 14:05:33 / Güncelleme: 03.08.2023 14:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serkan Ramanliyê Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê, li Êlihê bi endamên çapemenîya mehellî û  netewî yê Êlihê re civîna taştê kir û hat cem hev.

“Li kê derê xelatîyekî hebe ji bona çareserkirinê em ê bixebitin”

Ramanliyê ku îfade kir ew ji bona çareserkirina pirsgirêkên Êlihê çi ji destê wan were ew ê bikin weha axivî, “Me ji bona ku em xizmetê bikin û xizmetê bidin kirinê  ji xelkê xwe rayan xewst. Milletê me jî ev teweccûhê nîşanê me da, me ji bo vê wezîfeyê layiq dît. Em jî bi îzna Xwedê ji bona ku pêwistîya vê wezîfeyê bi cîh bînin dixebitin û em ê bixebitin. Li ku derê xizmetek eware bibe, li ku derê xelatîyekî hebe, ji bona temamkirina vana û rastkirina wan çi ji destê me were em ê wê xîretê nîşan bidin û em mecbûr in. Çîmkî wezîfeya me ev e.”

“Ji bo bajara me wextekî me yê ku em winda bikin tineye”

Ramanliyê ku bal kişand ew di bin bana Meclîsê de derheqê meseleyên sîyaseta Tirkîyê de, ji bona ku wezîfeya derheqê karên menfeata xelkê de bi cîh bînin xwe mesul dibînin weha axavtina xwe berdewam kir:

“Ew bi parlamenterî wezîfeya me ya esas e. Lê meseleya ku herî kêm qasî wê muhîme jî yanê xwedîderketina ji bajarê me û welatê me re jî an jî zêdetir xizmetkirina li gorî wezîfedarên berîya me û bi vê şeklê qedandina dewra xwe muhîm e. Ji bona vêya jî ti wextekî me yê ku em winda bikin tineye. Hûn ji vêya bawer bin. Em mecbûr in ku bixebitin.”

“Pêşîvanîya me çareserkirina meseleyên me yên ku me anîtîye rojevê ye”

Ramanliyê ku destnîşan kir pêşîvanîya wan bi cîhanîtina sozên ku berîya hilbijartinê dane ye weha got, “Me di kampanyaya xwe ya berîya hilbijartinê de balan li ser hinek sernavan kişandibû. Dîsa pêşîvanîya me bi şeklekî anîtina rojevê a wan sernavan û çareserkirina wan e.”

“Em ê ji bona ku xuyangê Êlihê vegerînin bixebitin”

Ramanli balan kişand ku gelek pirsgirêkên Êlihê yên wek tiryak, bêkarî, binesazî û veguherîna bajarê heye û van pirsgirêkan jî li hêvîya çareserkirinê ne.

Ramanli dûre weha got:

“Di rojeva Êlihê de ya yekem bêkarî heye. Ji bona çareserkirina vê meseleyê teşwîqkirina li vê derê a sektora taybet, li gorî vêya jî gav avêtin e. Kirina rewacê a Herêmên Organîze Ya Senayîyan heye. Ji bona wekhevbûna firsedên ciwanên me micadelekirin heye. Micadelekirina bi tiryakê re di rojeva me ya pêşîvanî de ye. Wek bi bajarbûn, veguherîna bajarê û veguhertîna xuyangê Êlihê di rojeva me de heye. Vekirina cîhên ku bajar li wê derê xitimîye heye.”

“Em ê di nav hevkarîyê de xwedî li bajarê xwe derkevin”

Ramanliyê ku îfade kir çareserkirina pirsgirêkên bajarê ew ê pêvajoyeke ciddî bistîne weha got, “Di çareserkirina van pirsgirêkan de çiqas em zû hereketê bikin, çi qas zû çareser bikin ew ê Êliha me ew qas bi rehetî nefes bigre. Em ê ji bona vêya bi îzna Xwedê xebatên xwe bidomînin.

Elbet em ê bi çapemenîya xwe re di nav perîyodan de werin cem hev. Çîmkî çapemenîya me, çavê Êlihê yê ku dibîne ye, gohê Êlihê yê ku dibihîse ye. Hûn emîn bibin ku çapemenîya zindî ji me re alîkarîyeke zêde bide.”

Civîn bi pirsên rojnamevanan dawî bû.

Di civînê de; Abdurrahman Cevher û Eyûp Yanaçê Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê, Davut Şahînê Serokê Bajarê, Serokê Navçe yê Navend Şerfî Durmaz jî amade bûn. (ÎLKHA)