NY ji bo Sudanê hişyarîya birçîbûnîyê da

Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber sedema pevçûnên ku di navbera Hêzên Destek a Lezgîn û artêş Sudanê de heye derheqê ji 6 milyonî zêdetir însanan de ji birçîbûnîyê re hişyarîya “Gavekî tenê dûr mane” da.

Ekleme: 03.08.2023 12:05:30 / Güncelleme: 03.08.2023 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Farhan Haqê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY, hişyarîya Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî yê NY a derheqê Sudanê de bîr anît.

Farhan îfade kir ku, “Li Sudanê ji 6 milyonî zêdetir însan, êdî ji birçîbûnîyê re gavekî dur e. Ji 20 milyonî zêdetir însan bi bêewlehîya xwarina akut a bi pileya bilind re rûbirû ye.” Wî îfade kir ku sedema vêya jî pevçûn, paşveçûna aborîyê û koçkirina însanan e.

Farhan Haq, diyar kir ku bi tenê di nav hefteyekî de ji 334 hezarî zêdetir însan ji cîhê xwe bûne.

Haq, îfade kir ku ji ber şîdetên li nav welat gelek Sudanî ji welatên cîran re revîyane. (ÎLKHA)