Xelkê Dîyarbekirê: Bi konser û festîwalan çavên xelkê tên girêdan

Festîwal û konserên ku di demên dawîn de ji teref şaredarîyan ve tên lidarxistin dibe sedema bertekên welatîyan.

Ekleme: 03.08.2023 11:25:34 / Güncelleme: 03.08.2023 11:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xelkê Dîyarbekirê, diyar kirin konser û festîwalên ku ji teref şaredarîyan ve tên lidarxistin îsraf in, ji dêla van konser û festîwalan de bira kêmasîyên di alîyê mesûlîyetê de hene bên tunekirin.

HASAN AY

Hasan Ayê ku îfade kir bernameyên ewakî xêra wan ji tu kesê re tineye weha got, “Divê xerckirinên nehewce bên sekinandin. Perê dewletê ji cîhên dinê re xerc dikin. Çi feydeya wê ji dewletê, welatê û milletê re heye? Pereyê ji dewletê bistîne, 3-4 heb hunermendan bîne, konserê bide dayîn, bira ew jî ji welatên derve re razemenîyê bikin. Qet ne hewce ye. Ger ku şaredarîyan dixwazin ji welatîyan re tiştekî bikin bira ji welatîyan re alîkarîyê bikin. Du heb konser, ez gohdar bikim ew ê çi bibe an jî ez gohdar nekim ew ê çi bibe. Ez ê banda wê bistînim ji xwe re gohdar bikim. Ger ku tiştekî bikin bira ji welatîyan re alîkarîyê bikin, rîyalîyê nekin.”

CEBRAÎL PARILTI

Cebraîl Pariltiyê ku îfade kir van bernameyên ku tên kirin bi exlaqî ne rast e û dûre wî weha got, “Ewê piranî divê ku dewlet, di sazî û avahîyên xwe de pêşîya îsrafê bigre, divê pêşîya îsrafa ku ji teref şaredarîyan ve tê kirin bê girtin. Ger ku pêşîya ev îsrefê bê girtin û teserruf bê kirin di serî de di sazîyên dewletê de ev bê destpêkirin. Ez wisa difikirim ev konserên ku di bin navê festîwalê de tên kirin ne rast e. Bi pereyên ku ji vana re xerc dikin dikarin ji tiştên herî xweşik re xerc bikin. Li ev cîhê ku bêkarî gelek zêde ye, xerckirina pereyan ji ev tiştan re pirsgirêkeke. Hele hele ev konseran dema ku exlaqê însanan xera dike, ez van bernameyan gelek bêhewce û bêmene dibînim.”

ZULFU KILIÇ

Zulfu Kiliç, “Niha dema ku em li şaredarîyan dinhêrin, mînak gelek pirsgirêkên Dîyarbekirê hene; gelek karên ku hene li hêvîya tertîpkirine ne lê gelek pere ji konser û tiştên wek wî re tên xerckirin. Van pereyan perê kî ne?”

BERAT KUMAŞ

Berat Kumaşê ku diyar kir ev konserên ku tên tertîpkirin ji bona ku çavên xelkê pê girê bidin in weha got, “Ew çavên xelkê pê girê didin; qaşo şaredarî dixebite. Heta ku tu du heb hunermendan tînî, rêyan an jî qaldiriman çêbike. Temamê vana îsref in û li cem min vana girêdayîna çavên xelkê ne. Şaredarî ne şîrketeke menajertîyê ye ku ji dêla xizmetê de diçe hunermendan tîne.”

CEMÎL IŞIK

Cemîl Işik, “Li Erxenîyê ti nikarî bikevî nav kolanan, çima? Çîmkî konseran didin. Ew van konseran  daîma bi deynan tertîp dikin û dûre jî ji yên dinê re dewr dikin.”

RECEP ALTUNBAY

Recep Altunbay, “Şaredarî çopan kom nake dema ku em şîkayet dikin wê çaxê tênê kom dikin. Şaredarîtî bi temamî nayê kirin. Ti karê te ê bi festîwalan re tuneye. Lazime ku tu ji xelkê re ximetê bikî. Lê de ka werin lê binhêrin fêma şaredarîtîyê bi tu kesî re tuneye.” (ÎLKHA)