Di şewata prêzê de bi sedan donim erd zerarê dîtin

Di şewata prêze ya ku li nêzê gundê Baziftêya navçeya Cizîra Şirnexê pêk hatibû de bi sedan donim erd zerarê dîtin.

Ekleme: 03.08.2023 10:05:35 / Güncelleme: 03.08.2023 10:05:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat, li herêma ku di navbera sînora gundê Bazifte û rêya Nisêbînê de ye pêk hat.

Şewata ku hêj sedema derketina wê nayêzanîn, bi tesîra bayê mezin bû.

Di şewata ku heta Herêma Senayîya Organîze ya Cizîrê belav bû de, gundî û û xwedîyê dikanan midexeleya ewil kirin.

Ji şewatê re ekîbên îtfaîye û TOMAya cendermeyan midexele kir.

Şewat, di encama xebateke demdirêj de hat vemirandin.

Di encama şewatê de bi sedan donim erd zerarê dîtin. (ÎLKHA)