Li Brezîlyayê pevçûn: 43 mirî

Li bajara Rio de Janeiroya Brezîlyayê, di wîlayetên Sao Paulo û Bahiayê de di encama operayona ku polês li dijî çeteyên tiryakê lidarxist de 43 kesan mirin.

Ekleme: 03.08.2023 09:55:31 / Güncelleme: 03.08.2023 09:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polêsê Brezîlyayê, daxuyand li bajara Rio de Janeiroya welat di encama operasyona ku li dijî çeteyên tiryakê hatin kirin de 10 kesan mirin.

Hat destnîşankirin di nav 10 kesên ku mirine de serokek çeteya qaçaxçîtîya tiryakê jî heye.

Di encama Operayonên Mertalê a li wîlayeta Sao Pauloyê de jî 14 kesên ku polês jî di nav de mirin, li wîlayeta Bahîayê jî 19 şikdar hatin kuştin.

Polês, di encama operayona Mertalê a ku piştî kuştina polêseke tîmê taybet ya li bajaroka Guarujayê hatibû kuştin dabû destpêkirin de, 58 kesan binçav kir, 385 kîlo tiryak jî bidestxist. (ÎLKHA)