Li Silêmanî qeza: 5 mirî

Li navçeya Derbendixana Silêmanî qezaya trafîkê pêk hat, di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 02.08.2023 11:40:30 / Güncelleme: 02.08.2023 11:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li çarrêya Kilkê-Qaştî ya ku li ser rêya Derbendixan-Şaxî Beranan pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tira ku ji Çîyayê Şaxî Beranan dihat xwarê li ser wesayîtekî qelibî.

Di encama qezayê de 5 kesên ku di nav wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên asayîş û tendurisîyê hatin sewqkirin.

Hat hînbûn ji mirovên ku canê xwe ji dest dane 2 ji wan zarok in. (ÎLKHA)