Li Meletîyê kesên di konbajarê de dimînin nema

Walîyê Meletîyê Hulusî Şahîn diyar kir ku ji îro pê ve kesên ku di konbajarê de dimînin nema û kona ku herî dawîn hebû jî hat rakirin, welatî ew ê di konteyneran de bên bicîhkirin.

Ekleme: 02.08.2023 10:15:33 / Güncelleme: 02.08.2023 10:15:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walî Şahîn, di zîyareta înşeata mala polêsan de ji çapemenîyê re daxuyanî da.

Şahînê ku îfade kir avahîyên ku di zemîna saxlem de bên çêkirin elzem e weha got, “Ji ber vê yekê, em ê jî avahîyên xwe saxlem çêbikin. Bi îzna Xwedê ew ê van avahîyên me di felaketeke nû de ku Xwedê Teala cardin neyne serê me ji bo me parastinekî bibe. Ger ku qonaxa hikumeta Meletîyê giran xesar nebûya me yê erdhejê bi rehetî îdare bikira lê înşaallah em ê wê avahîya xwe ya dîrokê jî lêbikin.”

“Ji îro pê ve kesên ku di konbajaran de dimînin nema”

Şahînê ku got ji îro pê ve kesên ku di konbajaran de nemaye weha got, “Me kona xwe ya dawîn jî îro rakir. Di rojên ewil de me micadele dikir ku ji welatîyên xwe re konan belav bikin, em derbasbûna 6 mehan a li ser erdhejê kêfxweşîya rakirina konan dijîn. Me ji welatîyên xwe re ji dêla konan de konteynerên ku 2 ode ne da, ji kesên ku kirê dixwazin re me kirê da. Ev ji bona me tişteke gelek kêfxweş e. Me tenê konan na, tesîsên civakî, yûrdên KYKyê, mizgeft, eywanên sporê û çi qas tesîs hebe me tevekî şixuland lê niha ti welatîyekî me li wê derê tuneye. Bi îzna Xwedê em ê qasî salekî welatîyên xwe di konteyneran de mêvan bikin û înşaallah ji salekî şûnda ew ê bighêjin xanîyên xwe.” (ÎLKHA)