Li Qudsê çalakîya berxwedanê: 5 şênîyên îşxalker birîndar bûn

Li Qudsa ku di bin îşxalê de ye, ji teref Filistînîyekî ve çalakîya berxwedanê hat lidarxistin, di encama çalakîyê de 5 şênîyên îşxalker birîndar bûn.

Ekleme: 01.08.2023 17:45:33 / Güncelleme: 01.08.2023 17:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îro li derdorê nîvroyê kompleksa şênîyan a Ma’ale Adumîmê ku li rojhilatê Qudsê ye ji teref berxwedêrekî Filistînî ve bi çekan çalakîyek hat lidarxistin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin êrîşa ku li dikanekî hat kirin de herî kêm 5 kesan birîndar bûn.

Hat diyarkirin ev çalakî ji planên bi nîyeta xerab ya şênîyan a li dijî Mescîdî Eqsayê û xespkirina mafên Filistînîyan re wek bersivê hatîye dayîn. (ÎLKHA)