Li Meletîyê qeza: 2 mirî

Li ser rêya Meletî-Qeyserîyê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî birîndar bû.

Ekleme: 01.08.2023 16:45:33 / Güncelleme: 01.08.2023 16:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seat derdorê 10.30an de li alîyê Kepezê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li navçeya Darendeya Meletîyê wesayîta ku di bin îdareya H.D. de bû ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li wesayîta di bin kontrola Y.E. de bû qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de Hasan Dertlî (22) û Hacer Açikgoz (21) canê xwe ji dest dan, Y.K.(59) ku di wesayîtê de bû jî birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovê birîndar piştî midexeleya ewil a li cîhê bûyerê ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Meletîyê re hat sewqkirin. Cenazeyên Hasan Dertlî û Hacer Açikgoz jî ji bo ku bê otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)