Li Îranê ji ber germahîyê 2 roj betlane hat îlankirin

Ji ber germahîya ku li Îranê tesîrdare di 2-3yê Tebaxê de li giştîyê welat, hemû sazî hatin tetîlkirin.

Ekleme: 01.08.2023 11:55:29 / Güncelleme: 01.08.2023 11:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Hikumeta Îranê Bahadorî Cehromî yê ku derheqê bûyerê de daxuyanî da weha got:

“Pêşnîyara Wezarata Tenduristî ya ku di van rojên germ de ji bona ku tenduristîya welatîyên me bê parastin li giştîyê welat roja Çarşem û Pêncşemê betlane bê îlankirin ji teref Sazîya Wezîran ve hat qebûlkirin.”

Li hinek herêmên başûr yê welat pileya hewayê tê texmînkirin ku heta 51an derkeve. Li Tehrana Peytex jî tê texmînkirin ku pileya hewayê bibe 40 derece. (ÎLKHA)