Di heqê mijarê de ji teref Walîtîya Rihayê ve ev daxuyanî hat belavkirin:
"Di tarîxa 31.07.2023an seet 10.11an de ji kursa Dîyanetê ya li mehela Yenîşehîrê ya li navçeya Wêranşarê îxbara întoksa xidayê hatiye kirin. 4 ambulans hatin şandin ji cihê bûyerê re. Ekîbên me di seet 10.18an de gihîştine cihê bûyerê. Li gorî agahiyên ku ekîbên me yên 112yê dane; ew kesên ku jehrî bûne ji kebab û donerên ku xwarine tesîr dîtine. Birîndaran ji teref ekîbên me ve ji Nexweşxaneya Dewletê re hatina neqlkirin. 18 welatî piştî tedawîyê hatin taburcî kirin, tedawîya 3 welatîyan berdewam e û rewşa wan jî baş e. Ev Pêvajo ji teref Midûrîyeta me ya Tendirustîyê ve tê şopandin." (ÎLKHA)