Ji Êlihê ji bo “Mîtînga Hurmeta Ji Quranê Re”  mînîbûsên bêpere bên rakirin

Hat ragihandin li Êlihê ji bo kesên ku wesayîta wan tune ye ji bo mitînga ku sibê li Diyarbekirê bi temaya "Hurmeta Ji Quranê Re" dê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin ji gelek noqteyên Êlihê mînîbuseke bêpere bê rakirin.

Ekleme: 30.07.2023 10:35:31 / Güncelleme: 30.07.2023 10:35:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Amadekariyên mitînga ku ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxember ve 30ê Tîrmehê roja Yekşemê saet di 17.00 de li Qada Îstasyonê ya Dîyarbekirê tê lidarxistin, bi hemû leza xwe dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de ji bo kesên ku nikarin beşdarî mîtînga mezin bibin, bi tevkariya xêrxwazên Êlihê ew ê ji hinek noqteyên bajêr mînîbusên bêpere ji qada mîtîngê re bê rakirin.

Hat ragihandin ji bo kesên ku dixwazin beşdarî mitînga ku dê bi temaya "Hurmeta Ji Quranê Re" bê lidarxistin îro di navbera 14.30-15.00an de mînîbus ji 8 nuqteyan bên rakirin.

“Hemû xelkê xwe ji bo beşdarîya Mîtîngê li hêvîyê ne”

Di daxuyaniya ku ji teref Koordînatoriya Weqfa Evîndarên Pêxember a Bajara Êlihê ve hat dayîn de derbarê mijarê de weha hat gotin, "Îro (30ê Tîrmehê) di saet 17.00an de em bangî hemû gelê xwe yên Evîndarên Pêxember û Qur'anê yên ku navbeynkariya 'Xwedîderketinê dikin' dikin. Mîtînga Qur'anê ya ber bi Diyarbekirê ve ji bo xwişk û birayên me saet di navbera 14.30-15.00an de wesayiteke bêpere tê rakirin.”

Cîhên mînîbusê yên belaş

Di berdewamiya daxuyaniyê de cîhên mînîbusên ku ew ê îro ji Êlihê bêpere bên rakirin wiha ne:

Temsîlarîya Evîndarên Pêxember a Pinarbaşi, Komeleya Evîndarên Pêxember a 19 Gulanê (Sevgi-Der), Taxa Hurrîyetê AbdulCelil Candan Îmam Hatîp, li pêş komeleya Kuyubaşi TOKÎ, li pêş komeleya TOKÎ ya teqawîtbûyî, li pêş Mizgefta Şefket Başak, li pêş komeleya Îpragaz û Taxa Fatîhê.” (ÎLKHA)