Li Zambîyayê otobûs li qamyonê qelibî: 4 mirî, 25 birîndar

Li navenda Zambîyayê otobûsek li qamyonekî qelibî, di encama qezayê de 4 kesan mirin, 25 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 28.07.2023 17:05:33 / Güncelleme: 28.07.2023 17:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li herêma Kabweyê pêk hat.

Li gorî medyaya welat, şofêrê otobûsê, dema ku dixwest wesayîta pêşîya xwe derbas bike li qamyona ku li hemberî wî dihat qelibî.

Di encama qezayê de bi tevî şofêr 2 rêwî û yekê di nav qamyonê de canê xwe ji dest dan, 25 kesan jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)