Ji HUDA PARê ji Goktaşa Wezîra Xizmetên Civak û Malbatê re zîyaret

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şehzade Demîr, ji Mahînur Ozdemîr Goktaşa ku ji Wezarata Xizmetên Civak û Malbatê re nû hatibû tayînkirin re zîyareta serxêrê be kirin.

Ekleme: 26.07.2023 18:10:31 / Güncelleme: 26.07.2023 18:10:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şehzade Demîr û Faruk Dînçê Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Mahînur Ozdemîr Goktaşa ku ji Wezarata Xizmetên Civak û Malbatê re nû hatibû tayînkirin di meqamê wê de zîyaret kirin.

Piştî zîyareta ku daxwazîyên başîtî hat kirin fotoxrafa yadîgar hat kişandin.

Demîr li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî derheqê zîyaretê de weha got:

“Me ji Mahînur Ozdemîr Goktaşa Wezîra Xizmetên Civak û Malbatê re zîyareta serxêrê be kirin. Xessesîyetên Mahînur xanim a derheqê sazîya malbatê de me hêvîdar kir. Ez ji şexsê wê re daxwazîyên xizmetên xêrê dikim.” (ÎLKHA)