Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: Mirîyek û 5 birîndar

Li navçeya Akçadaga Meletîyê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de zarokekî canê xwe ji dest da, 2 zarok giran 5 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 26.07.2023 11:45:33 / Güncelleme: 26.07.2023 11:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di derdorê seat 19.00an de li Taxa Karapinara navçeya Akçadaga Meletîyê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxsitin wesayîta bi plaqeya 44 AEK 608 a ku di bin kontroka O.K. (28) de bû, li wesayîta bi plaqeya 44 EP 929 a ku di bin kontrola Ö.A. 41 de bû qelibî.

Di encama qezayê de zarokekî yê bi navê Muhammed Ensar Sakar (9) canê xwe ji dest da, Ü.S. (38), şofêr Ö.A. û M.S. (42) birîndar bûn, rewşa M.S. (9) û K.S. (14) jî giran e.

Di qezayê de herdu wesayît bûn wek xurdeyê.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re gelek ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Navenda Tip a Turgut Ozal û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Meletîyê re hatin rakirin.

Cenazeya M.E.S yê ku di qezayê de canê xwe ji dest da ji bo bê otopsîkirin ji Sazîya Tip a Edlî yê Meletîyê re hat rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)